Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

DIRBÊSIYÊ : WELATIYEKÎ KURD HATIYE GIRTIN JI ALIYÊ HÊZÊN ÇEKDAR YÊN BI SER PYDÊ VE ..

September 10, 2020
in Civak, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
255
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Diho şeveqê katijmêr 4 û nîv di roja pêncşemê 10.9.2020an de,hêzên Çekdar yên bi ser PYDê ve,li gundê Xenamiyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,bi ser mala welatiyekî Kurd bi navê (Silêman Mîzer Isa) girtin û wî revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyare.

Di derbarê vê yekê de,birayê wî Si’ûd Mîzer Isa yê ku berê hatibû girtin ji aliyê PYDê ve.Ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Ez ê di destpêkê de,dem û şêwê girtina birayê xwe ji we re bînin ziman, Îro katijmêr 4 û nîvê şeveqê di roja pêncşemê 10.9.2020an de, hêzên Çekdar yên bi ser PYDê ve,bi ser mala birayê min de girtin li gundê Xenamiyê û wî ji nav livîna bi tena cilên wî yên binî derxistin bê rêzdarî û ku dema birayê min ji wan re gotiye ma ka min çi kiriye,  jê re gotine ev bûye hevtiyek em te dişopînin ta em ji te xelasbin ango em te bikujin”.

Herwiha Isa got:

“Ev hêzên Çekdar yên bi ser PYDê ve zêdeyî sê Tirimbêl  hatibûn û hejmara wan zêdeyî 20 kesa bû hin cilê lêşkerî û hin bi cilê sivîlan  bûn,

û bi çekên xwe êrîşî ser textê xewê kirin birayê min û hevjina xwe tenê bûn û  dema birayê min got ev çi ye..?

wê demê ew çekên bi wan re dajotin ber wan û ew pir tirsandin, Û piştre li nav malê  geriyan û hin tişt birin ta , Û hevjina birayê min gelekî tirsiya û ji ber şêwê wan çekdaran  nexweş ketiye”.

Herwiha Isa got:”Piştre çavên birayê min girtin û devê wî lezaq kirin û wî li nav sitriyan gerandin û dest û lingên wî girêdan û wî avêtin dawiya seyara tiwêta û seyara birayê min jî birin ya marsîds “.

Herwiha Si’ûd Mîzer got:

“Birayê min ne hevalê ti partiya ye,lê bi rêbaza Barzaniyetê re ye , Û em tevde li ser rêbaza Barzanî ne, Lê dema ez girtîbûm li cem PYDê birayê min dihat gefkirin ji aliyê yên ku min girtibûn,

Ji ber ku birayê min li ser ragihandinê doza çarenûsa min dikir wek anha ez çawa doza çarenûsa wî dikim,û ji wê demê de, birayê min tê gefkirin ji aliyê ewlehiyê bi ser PYDê ve”.

Herwiha Îsa di dawiya axaftina xwe de,PYDê dike berpirsiyarê revandina birayê xwe de û daxwaz dike bi diyarkirina çarenûsa wî bi lez.

Wek tê zanîn Silêman Mîzer Isa sala 1975 dayikbûye, Û birayê wî Si’ûd Mîzer Isa berê hatibû girtin ji aliyê PYDê ve,û serbest hatibû berdan piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê ji bo yek helwesta Kurdî.

Hêjaye gotinê ku ev karên tên kirin ji aliyê hêzên bi ser PYDê ve,mîna girtin û revandina welatiyên Kurd bi vî awayî,dibe cihê ne rehetiyê li cem gelê Kurd, bi taybet di vê qonaxa hestiyar de ya ku danûsitendin tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, ji bo yek helwesta Kurdî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Bi boneya Salvegera 7emîn : Bilind Mella tekez dike ser armanca YXCDK-R ji bo hemû ciwanên Welatparêz ..

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA CIVÎNA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYE..

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA CIVÎNA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYE..

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA CIVÎNA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYE..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne