Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Bi boneya Salvegera 7emîn : Bilind Mella tekez dike ser armanca YXCDK-R ji bo hemû ciwanên Welatparêz ..

September 10, 2020
in Civak, Hevdîtin, Karûbarên Ciwanan
0
0
PARVEKIRIN
338
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Bilind- Mella endamê nivîsgehe sekirtariya ya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqiratî Kurdistanî – Rojava, û herwiha berpirsê ofîsa ragihandinê di ofîsa sekirtariya de, û di vê derbarê de bi boneya salvegera” 7 “emîn, li ser damezirandina Y.X.C.D.K.R, û ser rewşa xwendevan û ciwanan li Kurdistana sûriyê de, malpera ENKS ê, hevpeyvîneke taybet li gel wî pêk anî.

 

*Yekîtiya xwendevanan di kîjan salê de hatiya damezirandin û herwiha armanc we çi ye?

– Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava di sala “2013” an de, di bin dirûşma ( Bi kar û zanîn nivşek azad û ayîndeyekî geş û ronak) hatiye damezirandin,

wekî rêxistineke cemawerî taybet bi ciwanan û xwendekaran e , û roleke wê ya taybet û bi bandor heye di nava Kurdistana sûriyê de, nexasim di nav ciwan û xwendevanan de.

– Yekîtiya xwendevanan hate avakirin wekî pêwîstiyeke giring ji bo rewşa awarte ya ku Sûriyê bi giştî û Kurdistana sûriyê bi taybetî têde derbas dibû, û ew aloziyên ku bêhtir bandora xwe ya sereke li ser rewşa ciwan û xwendekaran de hebû .

Û armanca me ya sereke ew e pabendî rêbaza me ya kurdayetî bin ,û herwiha em hemû ciwanên xwedî hizra neteweyî û yên şîrê kurdayetiyê firşik bûne biparêzin û wan bêhtir nêzî doza kurdî bikin, û roleke mezin û cuda bidin wan di komelgeha me de, da ku em bigihin komelgeheke sivîlan û dîmoqiratî û şaristanî.

– Ji damezirandina Y.X.C.D.K.R, ta niha we wek rêxistin çi destkeftî di van salan de bi dest xistine??

– Piştî borîna( Heft), salan li ser damezirandina Y.X.C.D.K.R, me gelek alîkarî û xizmetguzarî pêşkêşî xwendekaran û ciwanan kir li Kurdistana sûriyê, ji weşan û belavkirina hizra neteweya kurd, û beşdariya wan di Jiyana rewşenbîrî û civakî û siyasî de, û pêşxistina hêz û viyan û arazuyên wan di hemû waran de,

û herwiha me gelek handan û palpiştî pêşkêşî ciwan û xwendekaran kir, mîna xolên pêkhatîye û civînên rewşenbîrî û workşhopan jî .

–  di warê xwendinê de Yekîtiya me bi sedê xolên rêbazan yên pola 9 û 12ê de pêşkêşî xwendekaran kir li Kurdistana sûriyê û kampên penaberan li Herêma kurdistanê ,
Sebaret xwendekarên zanîngehê ji ber rewşa awarte û hestiyar ya ku Sûriyê têde derbas dibû, li sûriyê me çend caran wan û fêrgeh bo xwendekarên zanîngehê re peydadikirin, me bi sedan korseyên zanîngehê li herêma kurdistanê pêşkêşî xwendekaran kirin û ta îro em berdewamin di vî warî de..

– Di derbarî karê yekîtiyê de we çi astengî û alozî dîtin?

– Di destpêka damezirandina me di sala” 2013″, û ta îro em gelek astengî û aloziyan dibînin ji ber rewşa Sûriyê û Kurdistana sûriyê têde derbas dibê, mîna rewşa ewlekarî ya dijwar û nebûna aştiyê di herêma me de û kocbarkirina ciwanan ji Rojavayê kurdistanê nexasim ji ber leşkeriya neçar û gelek sedemên yên ku ciwanên me berê xwe dan welatên biyanî .

– em wek Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava, beşek ji encûmena niştîmanî kurdî li sûriyê ne , ji ber nebûna azadiyê li Kurdistana sûriyê me gelek astengî li pêşiya çakakî û karê xwe dîtinin.

Û di sala 2017 an de hemû ofîsên me hatin girtin ji aliyê asayîşa PYDê ve ,û karê me gelek hat lawazkirin ,lê ji bilî vê yekê em ranewestiyan , me karê xwe bi nehînî berdewam kir.

– Heta çi astê bandora nexweşiya Korona (Kovîd 19)  li karê yekîtiya xwendevan û ciwanan kir?

Ji ber rewşa koronayê ya ku li cîhanê bi tevahî hatî belavkirin me karê xwe bi rengekî demkî rawestand û em bi hêvî ne ku piştî vê belayê karên xwe berdewam bikin wekî berê û bihêztir.

 

Hevpeyvîn: Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê- Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

DIRBÊSIYÊ : XELK DIBÊJIN XWEDIYÊ VAN PIROPAGINDAN NAXWAZIN XELIK BI ARAMÎ JIYANA XWE BERDEWAME BIKIN

Nivîsa Paşîn

DIRBÊSIYÊ : WELATIYEKÎ KURD HATIYE GIRTIN JI ALIYÊ HÊZÊN ÇEKDAR YÊN BI SER PYDÊ VE ..

Nivîsa Paşîn
DIRBÊSIYÊ : WELATIYEKÎ KURD HATIYE GIRTIN JI ALIYÊ HÊZÊN ÇEKDAR YÊN BI SER PYDÊ VE ..

DIRBÊSIYÊ : WELATIYEKÎ KURD HATIYE GIRTIN JI ALIYÊ HÊZÊN ÇEKDAR YÊN BI SER PYDÊ VE ..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne