Thursday, August 28, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

LIV Û TEVGERA HEMÛ HÊZÊN BEŞDAR LI SER XAKA KURDISTANA SÛRIYA NE XWEZAYÎ TEVDIGERIN…

July 13, 2020
in Breaking news, Civak, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
306
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî êrîşkirina Turkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriya, bi taybet ev êrîşkirin hat kirin piştî biryara serokê Emrîka Donald Turamp bi vegşandina hêzên Emrîkan ji hin deverên Kurdistana Sûriya.

 

Ji ber vê yekê, hêzên Rûsiya li gorî berjewendiyên xwe xwest roleke giring bilîze li herêmên Kurdistana Sûriyê bi taybet di derbarê biryara agirbestê de, di navbera Turkiya û hêzên HSDê de. Herwiha ji aliyekî din jî ve, vegerandina artêşa Sûrîyeyê li seranserî sînorê Turkiya û Sûrîyeyê .

 

Herwiha ji aliyekî din jî rêveberiya Emrîkan li ser asta berpirsiyarên bilind dijî biryara serokê Emrîkan Donald Turamp sekinîn û xwe dîtin xwediyê gunehê herî mezin di derbarê êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriyê .

 

Herwiha di vê dema dawî de, liv û tevgera hêzên Emrîkan û Rûsiya balkêş bûne li herêmên Kurdistana Sûriyê , Li gelek deverên Kurdistana Sûriyê hêzên Emrîkan li hember dewriyatên Rûsiya derdikevin, û tê asta ku pêvçûnên bi destan rû bide.

 

Herwiha hêzên Emrîkan gelek caran dewriyên hêzên Rûsiya vegerandine cihê ku dûrî hêz û bingehên Emrîkan herin.

 

Ji ber vê yekê hêzên Rûsiya dewriyatê xwe di riyên gelekî qaçax re derbas dikin ta hêzên Emrîkan wan nebînin.

 

Di derbarê vê yekê de jî, xelkên herêma Kurdistana Sûriyê pir di metersiyê de dijîn, ji ber ku dewriyatê Rûsiya yên li ezman û li ser erdê bê rêzdarî liv û tevger dikin, di her cihê de derbas dibin bê ku rêzdariyê bidin xelkên herêmê.

 

 

Herwiha ji aliyekî din jî, Emerîkan hêzên xwe xurt dike û berfireh dike bi taybet li bingeha Til Bêder ya dikeve ser riya giştî ya Hesekê Û Dirbêsiyê û wek tê zanîn Til Bêder dikev başûrî riya M4(navdewletî) bi dûriya nêzîkî 300m metro.

 

 

Herwiha hêzên artêşa Sûriye jî, di herdu rojên derbasbûyî de, li himber dewriyên Emrîkan derdikevin û wan vedigerînin, wek li gundê Mensef yê bi ser bajarê Til Temir ve, û li gorî çavkaniyên taybet ku hêzên Emrîkan gef li hêzên Sûriya dan li gundê Mensef û bû cihê metersiyê li cem xelkên herêmê û bi taybet li gundê Mensef û gelek mal ji gundê Mensef derketin ji tirsa cûdabûna hêzên Emrîkan û Sûriya.

 

Hêjaye gotinê ku xelkên herêma Kurdistana Sûrîyeyê di metersînê de dijîn, û hêviya wan ma ku aliyên siyasî bi taybet tevgera Kurdî bighên yek helwest ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriya .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

QAMIŞLO: KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN XELEKEK GENGEŞEYÊ LI DAR XIST

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA MAMOSTE FÊSEL YÛSIF DI XELEKA GENGEŞEYÊ DE YA KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA MAMOSTE FÊSEL YÛSIF DI XELEKA GENGEŞEYÊ DE YA KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA MAMOSTE FÊSEL YÛSIF DI XELEKA GENGEŞEYÊ DE YA KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne