Welatiyekî kurd bi navê Se’îd Şêxo
diho bi Sedema Bûyereke Tirafîkê li Gundewarê bajarê Dirbêsiyê Jiyana xwe ji dest da .
Li gorî çavkaniyeke taybet , di roja înê 12.6.2020an de,bûyerek tirafîkê rûda li , li gundê Xasê ya kîkan ku dikeve başûrî bajarê Dirbêsiyê .
Gorî çavkaniyê , ew bûyer jî tirimbêlek e hêzên lêşkerî li tirmpêlek e sivîl xist ,û di encama wê de, Ajotvanê tirimbêla sivîl jiyana xwe ji dest da.
Herwiha ew kesê jiyana xwe ji dest da, bi navê “Se’îd Mihemed Şêxo” ye , ji malbatek navdar e ji gundê Xasê ya Kîkan e.
Herwiha li gorî agahiyên taybet jî ku gihiştine me , tirimbêla lêşkerî gelekî bi lezatî dihat ajotin û bi aliyê riya berevajî diçû , Ji ber vê yekê tirimbêla sivîl wê di riya xwe de ya rast diçû mala xwe , Lê mixabin tirimbêla lêşkerî berevajî û bi lez dihat û li tirimpêla sivîl xist.
Wek tê zanîn li herêma Kurdistana Sûriye hemû tirimbêlên lêşkerî pir bi lezatî dimeşin û bûyerên pir yên tirafîkê bi wan re çêdibin û cihê gazinan in li cem xelkê herêmê..
Wêneya Se’îd Mihemed Şêxo
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah