Hêzên pêşmergeyên kurdistana sûriyê yên “leşkerê roj” , hêzeke kurdî ye ji keç û xortên Rojavayî kurdistanê pêk tê,
di” 12″ ê Avdara” 2012 ” an,bi serpirştiya Serok “Mesûd Barzanî” hat damezirandin li Herêma kurdistanê, û ji destpêka sazkirina vê hêzê ta niha bi şanazî gelek pakrewan bûn qurbaniyê xaka pîroz ya kurdistanê.
Û herwiha yek ji wan pakrewanên pêşmerge ” Qehreman Iskan “, ku di” 12″ ê hezêrana “2016” an de, di encama şerê dijwar di navbera hêzê pêşmerge û rêxistina terorîst Daîş, li Herêma kurdistanê canê xwe ji dest da û kir qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê, li devera Xazir li gundê Zehra Elxatûn.
Hin zanyarî ser vî Pakrewanî :
Nav : Qehreman Iskan
_Pile :Pêşmerge
_Jidayîkbûn :Amûdê
_Şehîdbûn :Xazir, gundê Zehra Elxatûn
Û herwiha Hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj bi qehremaniya xwe bi roleke ber çev di şerê tevgerên terorîst de destanên dîrokî tomar kirin û dikarîbûn navê xwe di rûpela berxwedaniyê bineqşînin .
Û herwiha tê zanîn ku pakrewan Qehreman Iskan ji dayîkbûna Sala “1996 ” an, li gundê” Bila Zozana” bi ser bajarê Amûdê ve, û Iskan di nava patliyona 2 û di Fewcê Sê ya de cihê xwe digirt.
Û Di roja” 12/6/2016 ” bi merasîmeke geş ji aliyê milet û Partiyên siyasî û kes û Karê wî , pakrewan Qehreman li gundê wî bi axê hat spartin..
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî