Saturday, August 2, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Kurtejiyana Şehîd Şêx Maşûq El-xiznewî ..

May 10, 2020
in Civak, Kesên Navdar û Binav û Bang, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
265
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Şêx Mihemed Maşûq Elxiznewî bi bîr û baweriyên xwe di nav xelkê de cihê xwe girtibû, û çi dema ku behsa riya azadxwaziyê û mêrxasiyê û oldaran tê kirin, li bîra mirov  tê şêxê kurdan Şêx Maşûq Xiznewî.

Û herwiha di derbarî jiyan û dîroka Şêx Maşûq Xiznewî :

Ji dayîbûna sala “1958” an, li gundê” TIL MARÛF “, yê bi ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê,
Xiznewî ji malbateke xwedî dîrokeke Olî bû li deverê û xwedî roleke diyarkirî bûn, û li ser destê wan gelek kes fêrî rêçika sofîgeriya neqişbendî bûn.

Û herwiha Xiznewî zaroktiya xwe li gundê “TIL MARÛF ” derbas kiriya û li ser destê bavê xwe waneyên olî û Quranê dixwend, piştre diçe Şamê û li peymangeha zanista olî de xwendina xwe domend û li wir serkeftî dibe û pile yekem bi dest dixe. Loma ji aliyê rêveberiya wê peymangehê ve tê hilbijartin da ku biçe erebistana Sûdiyê û li wî welatî li bajarê “Medîna Elminewera “, sala “1984 ” an de, bawenameya lîsans di zanistên Islamî de bi dest bixe.

Û herwiha Şêx Maşûq Xiznewî ku bi zimanê xwe û bi mêraniya xwe di axiftinê de hatibû naskirin, Xiznewî berdewam ji nêzîk ve beşdarî êş û azarên gelê xwe dibe, û bi taybetî piştî sala “2004” an, Şêx Maşûq xwe beşdarî di her helkeft û xwepêşandanan û kombûnekê dikir, û tê de daxwaza berxwedan li gelê kurd dikir ji bo azadiyê û siyaseta rêjîma Sûriyê şermezar dikir.

Xiznewî di roja çil bûna şehîd “Ferhad Sebrî “, de axiftineke dîrokî got û têde doza mafê kurdan kir û ev yek bo sedema ku” 10″ Gulana “2005 ” an de, li bajarê Şamê Şêx Maşûq ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hate revandin, û piştî derbasbûna” 20″ rojan ji girtina wî hat eşkerekirin ku Şêx Xiznewî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye,û tevlî rêza pakrewanan bûye, û herwiha gelê kurd li Kurdistana Sûriyê li Şêx Maşûq xwedî derketin û bi hezaran kes ji milet daketin kolanan û şêxê kurda bi rê kirin û bi merasîmeke geş li goristana “Qidûbek” ya bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…

Ragihandina ENKS ê
Amadekirin : Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Rewşa belavbûna Korona li Sûriya ..

Nivîsa Paşîn

Salvegera 46 emîn li şehîdbûna bûka Kurdistanê Leyla Qasim debas dibe …

Nivîsa Paşîn
Salvegera 46 emîn  li şehîdbûna bûka Kurdistanê  Leyla Qasim debas dibe …

Salvegera 46 emîn li şehîdbûna bûka Kurdistanê Leyla Qasim debas dibe ...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne