Tuesday, November 24, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

BI BEŞDARBÛNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER “ENKS” VE 13EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM HAT VEJANDIN…

November 24, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

 

Îro danê nîvro 24.11.2026an, 13emîn salvegera koçkirina pakrewan Ednan Rustim bi beşdarbûna encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, li goristana gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û malbat û xizmên pakrewan .

Herwiha li ser gora pakrewan Ednan Rustim ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê. Bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar hate kirin .

Herwiha gotinek hat pêşkêşkirin bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê,serokê xwecihiyê mamoste Ahmed Oso ve.

gotina wî di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ednan Rustim de bû.

Herwiha Xanim Hemîda Rustim,bi navê malbata pakrewan Ednan Rustim ,spasiya ENKSê û bi taybet encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê kirin li ser vî karê wanî binirx û wefedariya wan bo hemû pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê.

Yê ku xwînê bide,ji bo azadiya gelê xwe,divê gelê wî jê re wefedar be di hemû serdeman de.

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ednan Rustim de.

Li gorî agahiyên taybet,di şeva 25.3.2012an de,li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya,dema pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin ji aliyê hêzên rêjîma Sûriya,û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha di wê demê de,xelkên bajarê Dirbêsiyê yên xwediyê rûmetê û baweriya wan bi azadiyê dihatin di  hawar û gazîbûna pakrewan Ciwan Elqutna de çûn û pakrewan Ednan Rustim yek ji wan kesên hawarçûnê bû.

Herwiha di wê demê de,pakrewan Ednan Rustim berî hemiyan gihişte cihê ku pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin û kuştin.

Ji ber ku dema Pakrewan Ednan Rustim xwest nasbike sedema revandina pakrewan Ciwan Elqutna û kuştina wî ji bo çi ye ji aliyê yê wî revandibûn,lê mixabin kujerên wî di wê demê de, dixwestin gelacîk pir mezin çêkin di navbera xelkên bajarê Dirbêsiyê û tevgera kurdî ya siyasî.

Ji ber vê yekê,aliyên ku pakrewan Ciwan Elqutna revandibûn û kuştin,bi qontaxên çekên xwe yî hovane êrîşî pakrewan Ednan Rustim kirin û lêxistin heta ku marmiştiya(marpişt) wî şkenandin û xwîna wî jî pir herikî.

Herwiha ji wê demê de,pakrewan Ednan Rustim Çiqasî xwe îlac kir bê sûd bû û di nav ciya de ma û roj bi roj tenduristiya wî ket kêmayê.
Lê mixabin di 24.11.2013an de,çû ber dilovaniya XWEDÊ.Û li gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya hat binaxkirin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

LI HESEKÊ SEMÎNAREKE ÇANDÎ LI SER FELSEFE, ÎSLAM Û ENCAMÊN WAN HAT LIDARXISTIN

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne