Rêxistina Hesekê ya Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriya (PDK-Sê), roja Pêncşemê 19ê Mijdara 2026an, bi boneya Roja Cîhanî ya Felsefeyê li nivîsgeha partiyê ya li bajarê Hesekê, semînareke çandî bi navê «Hevdîtina Felsefe û Îslamê û Encamên Wê» li dar xist.
Semînar bi amadebûna nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û hejmarek ji kesayetên eleqedar ên warê çandî û ramanî birêve çû.
Çalakî bi rawestandina xulekeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzaniyê Nemir , bi sirûda neteweyî ya Kurdî «Ey Reqîb» dest pê kir.
Paşê Endamê Komîteya Herêmî ya Rêxistina Hesekê Hecî Beşîr Ebdulqadir bixêrhatina mêvanan kir û nivîskar Seîd Yûsif wekî semînervan pêşkêş kir.
Semînervan di axaftina xwe de bal kişand ser derketin û pêşketina felsefeyê di şaristaniya Îslamî de, û behsa fîlozof û ramanwerên herî diyar ên Misilman wekî Xezalî û Ibn Ruşd kir.
Her wiha helwestên herikînên Îslama siyasî û hin tevgerên cîhadî li hember ramana felsefî, ligel rola hejmarek ji ramanwerên Kurd di warê ramanî û felsefî de şîrove kirin.
Yûsif di berdewamiya semînarê de got: «Pirsgirêka têkiliya di navbera felsefe û olê de ne cewherî ye, belkî ji xwendinên cuda yên deqên olî û amûrên têgihiştin û îctîhadê yên ku aqil pêşkêş dike, derdikeve.»
Her wiha tekez kir ku «diyaloga aqilane ya ku li ser delîlan hatiye avakirin, rêya herî rast e ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha.»
Di dawiya semînarê de, deriyê pirs û nirxandinan ji bo amadebûyan hat vekirin û semînervan di nava eleqe û danûstandineke germ a beşdaran de bersiva pirsan da.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


