Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), di 15ê Mijdara 2026an de, bi rêya onlaynê li gel endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mamoste Fêsel Yûsif civiya.
Armanca vê civînê gotûbêjkirina hejmarek mijarên rêxistinî û siyasî bû, di serî de amadekariyên berdewam ên ji bo lidarxistina kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurdî.
Civîn bi gotineke bixêrhatinê ya Serokê Nûneratiya Ewropayê Ebdulkerîm Hacî dest pê kir.
Hacî di gotina xwe de bixêrhatina Mamoste Fêsel Yûsif kir û mijarên sereke yên civînê pêşkêş kirin ku li ser mekanîzmaya lidarxistina kongreya ENKSê û amadekarî û rêkarên rêxistinî yên pêwîst ji bo serxistina wê sekinîn.
Her wiha pêşhatên siyasî yên dawî, bandora wan li ser doza Kurdî li Sûriyeyê û rola Encûmenê di vê qonaxê de hatin nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Mamoste Fêsel Yûsif li ser mijarên hatine pêşkêşkirin rawestiya û şîroveyek li ser amadekariyên kongreyê, mekanîzmaya kar û rêkarên rêxistinî yên girêdayî lidarxistina wê pêşkêş kir.
Her wiha pêşhatên siyasî yên herî girîng û helwesta Encûmenê li hemberî wan anî ziman û tekezî li ser girîngiya qonaxa niha kir ku berpirsyariya siyasî û rêxistinî û xurtkirina karê hevbeş di navbera hemû deste û saziyên Encûmenê de dixwaze.
Di civînê de gotûbêjeke berfireh hate kirin û endamên Nûneratiyê nêrîn û bîr û boçûnên xwe li ser mijarên cuda parve kirin.
Endaman her wiha komek pêşniyar û têbînî derbarê lidarxistina kongreyê de pêşkêş kirin û tekez kirin ku divê kongre bibe rawestgeheke girîng ji bo nirxandina qonaxa borî, çareserkirina astengiyên rêxistinî û siyasî, xurtkirina yekrêziya Kurdî û pêşxistina karê Encûmen û saziyên wê.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


