Friday, November 13, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA ŞAMÊ YA ENCÛMENA NIŞTIMANÎ YA KURDÎ LI ŞAMÊ YEKEMÎN XULA FÊRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI TAXA KURDAN VEKIR

November 13, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Nivîsgeha Xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), ji bo cara yekem xuleke fêrkirina zimanê Kurdî (asta yekem) vekir. Merasîma vekirinê bi amadebûna hejmarek ji endamên Encûmena Niştimanî, mêvanan û hin mamosteyên zimanê Kurdî birêve çû.

Di vê xulê de zêdetirî sî xwendekarên keç û kur ji Kurdên Taxa Kurdan a Şamê (Ruknedîn) beşdar bûn.

Di merasîma vekirinê de, girîngiya zimanê Kurdî weke nasnameya axêver a gelan û pira di navbera rabirdû, îro û pêşerojê de hate şîrovekirin.

Di dawiya civînê de, xwendekar li ser du koman hatin dabeşkirin û roja Înê weke dema waneyan hate destnîşankirin.
Li gorî bernameyê, dema yekem wê ji saet 17:00 heta 18:00an û dema duyem jî wê ji saet 18:00 heta 19:00an bi serpereştiya mamoste Mihemed Silêman û mamoste Hisên Misto birêve biçe.

Ev xul di çarçoveya girîngîdana bi zimanê Kurdî, xurtkirina amadebûna wî ya perwerdeyî û çandî, û vekirina derfetê li pêşiya zarok û ciwanên Taxa Kurdan li Şamê tê da ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ENCÛMENA XWECIHÎ YA AMÛDÊ BÎRANÎNA 66’EMÎN A KARESATA SÎNEMAYA AMÛDÊ VEJAND: WEFADARIYEKE NEVEMIRÎ Û BÎRDANKA NEMIR

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne