Sunday, November 8, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

QAMIŞLO.. GERÎNGEHÊN ROJHILAT Û ROJAVA YÊN ENCÛMENA NIŞTIMANÎ YA KURDÎ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

November 8, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Gerîngehên Rojhilat û Rojava yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), îro Yekşemê 8ê Mijdara 2026an, civîna xwe ya asayî li baregeha encûmenê li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Civîn bi amadebûna Serokê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenan Mamoste Neşet Zaza, Mamoste Mehmûd Hac, endamên nivîsgeha karûbaran û serokên encûmenên xwecihî birêve çû.

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzaniyê Nemir dest pê kir.
Piştî wê, beşdaran dest bi gotûbêjkirina mijarên rêxistinî û siyasî yên di rojevê de kirin.

Di warê rêxistinî de, raporên ku ji encûmenên xwecihî hatibûn şandin hatin nirxandin û rewşa her encûmenekê bi awayekî cuda hate gotûbêjkirin.

Her wiha rêbazên çalakkirina rola encûmenên xwecihî û xurtkirina hebûna wan hatin nîqaşkirin, ligel tekezkirina li ser girîngiya parastina peykerê karê hevbeş û pêşxistina mekanîzmayên hevahengiyê, da ku rol û pêgeha encûmenan di nav ENKSê de bihêztir bibe.

Di warê siyasî de, beşdaran pêşhate û guhertinên dawî yên li ser qada Sûriyeyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî, di bin siya veguhertinên siyasî û leşkerî yên ku welat tê re derbas dibe, gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyekê de, Mamoste Neşet Zaza bal kişand ser nêrîna Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo qonaxa bê, mekanîzmaya rêkxistina peywendiyan di navbera encûmenê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, her wiha dosyeya mafên neteweyî û siyasî yên gelê Kurd li Sûriyeyê û pêwîstiya çespandina mafên wî yên rewa di destûra nû ya Sûriyeyê de.

Di dawiya civînê de, Zaza tekezî li ser girîngiya lidarxistina kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di zûtirîn dem de kir, da ku bi pêşhateyên siyasî yên bilez re bigunce û bibe alîkar ji bo xurtkirina rola encûmenê û yekkirina nêrîn û helwestên wê li hember qonaxa bê.

Civîna herdu gerîngehên Rojhilat û Rojava di demekê de tê ku qada Sûriyeyê di nav veguhertinên bilez re derbas dibe, ev yek jî li ser hêzên siyasî û di nav wan de ENKSê ferz dike ku pêşîneyên xwe ji nû ve rêk bixin û mekanîzmayên karê xwe li gorî pêdiviyên qonaxa nû diyar bikin.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ENKSê LI BAJARÊ HELEBÊ OFÎSA XWE VEKIR

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne