Xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), di çarçoveya hevahengî û peywendiyên diyalog û hizrî yên bi kesayetiyên akademîsyen û olî re, pêşwaziya akademîsyenê Îslamî yê Kurd Dr. Ebdulbaqî Seîd kir.
Dr. Seîd ji aliyê Serokê Xwecehiya Şamê Mamoste Luqman Oso û hejmarek ji endamên xwecehiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de gotûbêjên berfireh li ser çend mijarên sereke hatin kirin, ku ya herî girîng ev bûn:
• Girîngiya olê Îslamê di jiyana civakan de: Tekezî li ser rola bingehîn a nirxên Îslamî di xurtkirina hevgirtina civakî û belavkirina nirxên lêborîn, dadmendî û jiyana hevbeş de hate kirin.
• Damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Kurd li Sûriyeyê: Îmkana avakirina çarçoveyekê ku xebatên zanayan birêxistin bike hate gotûbêjkirin, ligel nîqaşkirina mekanîzmayên nûnertiya vê yekîtiyê di pêşerojê de di nav Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê de, ji bo xurtkirina gotara hizrî ya nerm.
• Bîranîna têkoşîna dîrokî: Li ser rola dîrokî û pêşeng a ku zanayan û şêxên Kurd di şoreş û tevgerên civakî û Kurdî de di sedsala borî de lîstine û bandora wan a berçav di parastina nasname û pêşengiya civakî de hate rawestandin.
Hevdîtin bi tekezkirina li ser girîngiya berdewamiya vî rengê diyalog û peywendiyan ji bo xizmetkirina dozên civakî û çandî yên giştî bi dawî bû.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


