Roja duşemê 2ê mijdara 2026an, şandek ji partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya , û encûmena xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENK_Sê ve, bi boneya salvegera 16emîn a koçbarkirina sekirtêrê PDK_Sê, serdana mezarê xebatkar Hacî Deham Mîro li gundê Mozlan kirin .
Herwiha gurzên gulan li ser gora wî hat danîn.
Û bi vê salvegerê Endamê komîteya Navendî M, Salih Cemîl, gotinek pêşkêşkir û têde derbarî rola xebatkar Deham Mîro di tevgera siyasî Kurdî de kir ,
Hêjaya were gotin ku Xebatkar û têkoşînerê kurd” Deham Mîro” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer û xwedan roleke bi hêz bû di tevgera kurdî û siyasî de ….
Xebatkar ” Deham Mîro ” sekirtêrê giştî yê partiya Demokrata kurd li sûriya ” El Partî” bi dilsozî di kar û xebata netewayî û niştîmanperwerî ji bo doza Azadiya gelê kurd xebat dikir …
Û herwiha “Deham Mîro” li gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrka Hemko ve sala ( 1921 ) ji dayîk bûye , ji destpêka jiyana xwe ve tevlî rêzên Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” bûye , û di sala ( 1970 ) li kongireyê Nawbirdan ku bi serperiştiya mela Mustefa Barzanî hate bi rêvebrin , bû sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” ku niha bûye Partiya Dêmokrata Kurdistan Sûriya.
Û tê zanîn ku Xebatkarê niştîman û kurd perwer Diham Mîro li rêkefta 2.11.2010 koça dawî kir , û di 3.11.2010 termê Diham Mîro ji bajarê Dêrkê ber bi gundê Mozelanê ve hate birin û bi xakê hate spartin…
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



