Di destpêka 2026an de hejmara qurbaniyên teqînên mayînên şer li Sûriyê gihişta 278 kesên sivîl li seranserî parêzgehên Sûriyê.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka çileya sala 2026an, de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 278 sivîl ji wan 111 zarok û 13 jin jiyana xwe ji dest dan, û 446 kesên din birîndarbûn ji wan 173 zarok û 15 zarok.
Herwiha li navçeyên di kontrola hikumeta Sûriyê de hejmara wan 267 sivîl , ji wan 104 zarok in hatine kuştin, û 166 birîndarbûne.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


