Di 31’ê Cotmeha 2026’an de, xwecihiya Norwêcê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi armanca bihêzkirina diyalog û hevkariya navbera rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdî li Norwêcê, û ji bo yekkirina rêzên Kurdan, nexasim li paytext Osloyê, civînek bi Navenda Kurdistanî ya Dîasporayê li Norwêcê (KDCN) re pêk anî.
Di civînê de, dîroka Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji dema damezrandina wê di sala 2011’an de û qonaxên wê yên siyasî û rêxistinî hatin nirxandin.
Her wiha, tekezî li ser giringiya rêbaza Serok Mesûd Barzanî û rola wî ya mezin û îlhamdar hate kirin.
Her du aliyan li ser van xalên jêrîn lihev kirin:
1. Bihêzkirina yektî û piştgiriya Kurdî.
2. Rêzgirtin ji cudahiyên siyasî re.
3. Hevkariya navbera hemû pêkhateyên Kurdî.
4. Pejirandina Alaya Kurdistanê wekî sembola hevpar a hemû Kurdan.
Di heman demê de, lihevhatin hate kirin ku roja 17’ê Kanûnê – Roja Alaya Kurdistanê – bibe xala destpêkê ji bo xebateke hevpar ku Kurdên dîasporayê li ser bingeha rêzgirtin, diyalog û hevkariyê, û dûrî nakokiyên siyasî bîne cem hev.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


