Serokê xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) birêz Luqman Oso, tevî çend endamên encûmenê, li baregeha xwe ya li paytext Şamê pêşwazî li endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî Li Sûriyê, Selma Silêman kir.
Di hevdîtinê de geşedanên siyasî yên dawî hatin nirxandin û nîqaş li ser du xalên sereke rawestiyan:
1. Çalakkirina rola xwecihiya Şamê: Teqezî li ser giringiya stratejîk a rola xwecihiya Şamê ya ENKSê li paytext Şamê û bihêzkirina pewendiyên meydanî hat kirin.
2. Lidarxistina kongreya bê: Girîngiya lidarxistina kongreya bê ya Encûmenê wek gaveke bingehîn ji bo pêşxistina mekanîzmayên kar û bilindkirina asta performansê li gorî daxwazên vê qonaxê hat destnîşankirin.şn
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan teqezî li ser berdewamkirina kordînasyon û xebata hevpar kirin da ku performansa rêxistinî û siyasî pêş bikeve.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



