Encûmenên xwecihî ya Til Temir û Ebû Rasên yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya asayî ya mehane bi hev re, bi amadebûna piraniya endaman, roja Înê 30/10/2026an li baregeha xwecihiya Til Temirê li dar xistin.
Di destpêkê de, serokê Encûmena xwecihî ya Til Temirê xêrhatina hemû amadebûyan kir, û paşê daxwaz ji wan kir ku ji bo rêzgirtina li giyanê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, û di serî de nemir Barzanî, xulekek bisekinin.
Di warê rêxistinî de:
Raporên ku ji nivîsgeha karûbarên Encûmenên xwecihî hatibûn, hatin xwendin û naveroka wan bi berfirehî ligel endaman hat nîqaşkirin.
Di civînê de xalên di raporê de yek bi yek hatin nirxandin, şirovekirin û her endamekî nêrîna xwe anî ziman.
Her weha civînê behsa kongreya Encûmena Niştimanî ya ku biryar e di demeke nêzîk de were lidarxistin, kir.
Di warê siyasî de:
Civînê geşedanên siyasî yên dawî li ser asta Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî nirxandin.
Endaman behsa bûyer û rûdanên ku li seranserî herêmê û li Sûriyê diqewimin, rewşa jiyanê ya dijwar, û hin biryarên şaş yên hikûmetê wekî giraniya hovane ya ku roj bi roj jiyana welatiyên Sûrî teng dike, kirin.
Her weha doza adil ya gelê me ê Kurd û çespandina mafên wî di destûra paşerojê ya Sûriyê de hat nîqaşkirin.
Di vî warî de bal hat kişandin ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî wekî hilgira ala doza Kurdî li Sûriyê, ku roleke çalak û bibandor hebe di bidestxistina van mafan de û di xêzkirina paşeroja Sûriyeya nû de, bêyî ku tu netewe an pêkhateyên wê werin piştguhkirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


