Xwecihiya Amûdê ya Encumena Nistîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Sêşemê 27’ê Cotmeha 2026’an, civîna xwe ya mehane li dar xist.
Civîn bi amadebûna mamoste Neşet Zaza (Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên Xwecihî) û mamoste Mehmûd Hec Elî (endamê ofîsê di Encumena Niştîmanî ya Kurdî de) hat lidarxistin.
Civîn bi xulekek bêdengî ji bo canê şehîdên Kurd û Kurdistanê, û di serî de serokê nemir Mela Mistefa Barzanî dest pê kir.
Di civînê de, rewşa dawî ya li ser asta Sûrî û Kurdî û amadekariyên kongreya bê ya encumenê hatin gotûbêjkirin.
Beşdaran teqez kirin ku girîng e ev kongre bibe qonaxeke girîng ji bo pêşxistina xebatê û xurtkirina hebûna siyasî û rêxistinî, bi awayekî ku li gorî daxwazên gelê me yê Kurd û mafên wî yên neteweyî yên rewa li Sûriyê be.
Her wiha di civînê de behsa pêwîstiya aktîvkirina rola encûmenê, sazî û Encûmenên wê yên xwecihî, xurtkirina karê rêxistinî û girseyî, û pêşxistina rêyên peywendiyê bi welatiyan re hate kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


