Sunday, October 25, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

SALVEGERA 7 EMÎN YA KOÇA DAWÎ YA EBDIHAMÎD DERWÎŞ HAT BI BÎRANÎN.

October 24, 2026
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, di merasîmeke li ser gora wî ya li gundê Qermanê de, salvegera 7 emîn a koça dawî ya sekretêrê Partiya Pêşverû yê berê, serkirde û têkoşer Ebdihemîd Derwîş bi bîr anî.

Di merasîmê de hevalên wî, hezkiriyên wî, partî û hêzên siyasî, ENKSê,çalakgerên civakî û kesayetiyên siyasî amade bûn.

Merasîm bi danîna taca gulan li ser gora wî, wekî wefadariyek ji bo bîranîn û xebata wî dest pê kir.

Paşê, endamê Polîtburoya Partiyê mamoste Geylan Oskan xêrhatina mêvanan kir û daxwaza hûrdemek rêzgirtinê ji bo giyanê mamoste Hemîd Derwîş û tevahî şehîdên Kurd, Kurdistan û azadiyê kir.

Piştî wê, Sekreterê Partiyê Dr. Selah Derwîş gotarek pêşkêş kir. Dr. Selah spasiya amadebûyan kir û behsa taybetmendiyên têkoşer û rola wî ya girîng di tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê de kir.
Wî diyar kir ku mamoste Hemîd jiyana xwe di ber parastina gel û doza xwe ya dadperwer de derbas kir, bi rêbazek siyasî ya aqilmend, diyalogxwaz û parêzerê berjewendiyên neteweyî û nîştimanî.

Dr. Selah Derwîş her wiha behsa geşedanên dawî yên siyasî li ser asta Kurdî û Sûriyê kir.

Wî tekez li ser girîngiya yekkirina helwesta Kurdî û çûna Şamê bi şandeke yekbûyî û peymannameyeke hevbeş kir, daku mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî de bên mîsoger kirin.

Ji aliyê xwe ve, endamê desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) birêz Silêman Oso gotina Encûmenê pêşkêşkir.
Oso behsa rola Ebdihemîd Derwîş di jiyana siyasî de û şopa wî ya berçav di xebata Kurdî de kir.

Oso bal kişand ku têkoşer yek ji damezrînerên yekemîn partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû, û Partiya Pêşverû di bin serkirdetiya wî de, yek ji hêzên damezrînerên ENKSê bû.

Her wiha tekez kir ku vegera Partiya Pêşverû bo nav refên ENKSê, bi taybetî bi nêzîkbûna kongreya wê, pêngaveke girîng û bixêrhatî ye û dê rola wê di xurtkirina yekrêziya Kurdî û çalakkirina xebata hevbeş de hebe.

Di heman mijarê de, siyasetmedarê Kurd Mehmûd Mihemed bavê Sabir axivî û qala taybetmendiyên mamoste Ebdihamîd Derwîş û dîroka wî ya dûr û dirêj a têkoşînê kir.

Wî behsa zehmetiyên ku têkoşer ji bo rakirina zilma li ser gelê xwe kişandine kir û got ku navê wî hêjayî ye bi tîpên zêrîn bê nivîsandin, ji ber ku wî jiyana xwe feda kir di sersalên ku bacên Kurdayetiyê pir giran bûn.

Di dawiya merasîmê de, mamoste Geylan Oskan spasiya hemû beşdaran kir ku ji herêmên cuda hatibûn daku di vê bîranînê de amade bin.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Daxuyanî Ji bo kur û keçên revenda me ya Kurd li Ewropayê

Nivîsa Paşîn

14 Sal li ser revandina endamê ofîsa Siyasî ya PDK-S, Xebatkar “Behzad Dorsin” re derbas dibe..

Nivîsa Paşîn
14 Sal li ser revandina endamê ofîsa Siyasî ya PDK-S, Xebatkar “Behzad Dorsin” re derbas dibe..

14 Sal li ser revandina endamê ofîsa Siyasî ya PDK-S, Xebatkar “Behzad Dorsin” re derbas dibe..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne