Nûnertiya Ewropayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li kur û keçên revenda me ya Kurd dike ku beşdarî wan xwenîşandanên ku hinek aliyên siyasî yên Ewropî bangawaziya wan dikin nebin, yên ku biryar e li Almanyayê di dîroka 31/10/2026an de werin lidarxistin û xwenîşandanên din ên ku dibe li dû re li welatên din ên Ewropî pêk werin.
Ev bangawazî ji bo parastina berjewendî û destkeftiyên revenda me ye, û ji bo dûrketina ji her bandoreke neyînî li ser rewşa gelê me ya li xeribiyê (koçberiyê).
Di demekê de ku em qîmetê didin tiştên ku welatên Ewropî, bi taybetî Elmanya, ji bo gelê me peyda kirine mîna aramî, ewlehî, fersendên kar û perwerdeyê, û azadiya parastina nasnameya neteweyî û çandî, em girîngiya parastina van destkeftiyan û xurtkirina têkiliyên xwe yên erênî ligel civakên Ewropî tekez dikin.
Ji ber vê yekê, em bang li revenda xwe dikin ku bi hişyarî û berpirsiyarî tevbigerin, berjewendiya giştî bixin pêş, û yekrêziya nav mala Kurdî biparêzin, bi vî rengî ku xizmeta doza me ya neteweyî ya dadperwer û berjewendiyên gelê me li xeribiyê bike.
Nûnertiya Ewropayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
22/10/2026


