Xwecihîya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya asayî bi amadebûna serok û endamên xwecihîyê li dar xist, daku li ser geşedanên herî dawî yên li ser asta rêxistinî û siyasî bisekine, û mekanîzmayên pêşxistina xebata rêxistinî ji bo hevgirtina bi guhertinên heyî re gotûbêj bike.
Xebatên civînê bi xulekek bêdengî ji bo rêzgirtin û rûmeta giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê, û şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir.
Piştî wê, birêz Luqman Oso, serokê Xwecihîya Şamê, vekirina fermî ya rûniştina civînê ragihand, xêrhatina amadebûna kir û teqezî li ser giringiya berdewamiya xebata dijwar ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurd ki.
Aliyê Rêxistinî
Amadebûna civînê bi berfirehî li ser dosyaya rêxistinî ya encûmenê li Şamê axivîn, û gotûbêjê ev xalên jêrîn li xwe girt:
• Pêşxistina Rêveçûnê:
Gotûbêjkirina mekanîzmayên çalakirina rola xwecihîyê li Şamê û pêşxistina amûrên wê yên rêxistinî, ragihandinî û civakî.
• Kongreya Encûmena Niştimanî: Nirxandina amadekariyên heyî û rêniandina taybet ji bo lidarxistina kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, bi teqezkirina ser pêwîstiya derketina bi encamên ku xizmeta doza Kurdî û xebata niştimanî dikin.
Aliyê Siyasî û Geşedanên Giştî
Li ser asta siyasî, civînê bi xwendineke analîtîk geşedanên herî berçav di qada Sûriyê de nirxandin, ku ev xalên jêrîn di nav de bûn:
• Hebûna Kurdî li Paytextê: Teqezkirina ser giringî û sembolîzma hebûna şand û çalakiyên Kurdî li Şamê, ji ber bandora wê di xurtkirina peywendî û diyaloga niştimanî de.
• Rewşa Giştî: Nirxandina geşedanên siyasî, ewlehî û aborî yên herî dawî li Sûriyê, û xwendina bandorên wan li ser qada Kurdî û niştimanî bi giştî.
Di dawiya rûniştinê de, beşdaran li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanan û koordînasyona xebatê di navbera komîteyên cihêreng de, û peywendiya berdewam bi hebûna Kurdî re li Şamê lihev kirin. Wan dilsoziya xwe bi prensîbên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û dîtina wê ya siyasî ji bo parastina mafên gelê Kurd di Sûriyeya demokratîk û piralî ya paşerojê de teqez kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah


