Şandeyeke Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel berpirsa dosyaya Sûriyê di Wezareta Derve ya Almanyayê de civiya. Şande ji serokê nûneratiyê Ebdulkerîm Hacî, endamê buroya serokatiyê Mihemed Emîn Omer, berpirsê xwekariya Berlînê Husên Mihemed û mamoste Mihemed Îqbal pêk dihat.
Di destpêka hevdîtinê de, berpirsa dosyaya Sûriyê di Wezareta Derve ya Almanyayê de, xanim Marthe Hanik bixêrhatina şandeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, serokê nûneratiyê Ebdulkerîm Hacî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir ji bo pişgiriya wan a ji bo demokrasî û mafên mirovan.
Hacî raporeke berfireh li ser rewşa Sûriyê û nêrîna siyasî ya ENKSê ya derbarê pêşeroja welat pêşkêş kir.
Wî teqez li ser pêwîstiya çespandina mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra herdemî ya Sûriyê de, û parastina mafên neteweyî û olî yên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kir.
Her wiha Hacî bi berfirehî behsa doza koçberên Kurd ên ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê kir. Wî bal kişand ser pêwîstiya dabînkirina vegera ewle û birûmet a rûniştvanên resen bo ser xak û malên wan, û parastina maf û milkên wan.
Serokê nûneratiyê teqezî li ser girîngiya rola Yekitiya Ewropayê, bi taybetî Almanya, di piştgirîkirina çareseriya siyasî li Sûriyê de kir, da ku Sûriyeyeke demokratîk û piralî ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike, ava bibe.
Di berdewamiya civînê de, endamên şandeyê beşdarî giftûgo û nîqaşan bûn.
Wan çendîn pirsên girêdayî rewşa siyasî ya Sûriyê, mafên gelê Kurd û pêşeroja welat anîn ziman.
Endaman teqez kirin ku parastin û çespandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di çarçoveyeke destûrî ya ron de gelekî girîng e.
Ji aliyê xwe ve, xanim Marthe Hanik piştgiriya Almanyayê ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê nîşan da.
Wê diyar kir ku hikûmeta Almanyayê geşedanên rewşa Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne.
Hanik her wiha teqezî li ser girîngiya berdewamiya van hevdîtinan û pevguhertina nêrînan ligel hemû alî û pêkhateyên Sûriyê kir.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


