Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Çarşemê 23ê Îlona 2026an, pêşwazî li hunermendê Kurd Beha Şêxo kir, ku ew birayê hunermendê nemir û dêmê naskirî yê folklorê Kurdî Mihemed Şêxo ye.
Hunermend Beha Şêxo ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, li baregeha wan a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi germî hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, behsa dîrok û xebata folklorê Kurdî ya vê malbata hunermend a resen hat kirin.
Her weha rûmeta rola wan a sereke di xizmeta doza Kurdî de di serdema rejîma rûxandî de hat girtin; tevî hemû zext û astengiyên li ser çand û nasnameya neteweyî, wan karîbû dengê xwe bigihînin her çar parçeyên Kurdistanê û nasnameya neteweyî bi rêya hunera xwe biparêzin û geş bikin.
Ji aliyê xwe ve, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê qedir û girîngiyeke mezin nîşanî keda dîrokî ya vê malbatê da, ku heta îro di hiş û bîra gelê Kurd de zindî ye.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



