PDK-S LI QEBASÎNÊ SEMÎNAREK LI DAR XIST
Heleb – El-Bab – Qebasîn
Di çarçoveya çalakiyên xwe yên siyasî, rêxistinî û cemawerî de, û ji bo xurtkirina têkiliyên rastevast bi gelê Kurd re, Rêxistina Helebê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) li herêma El-Babê, li bajaroka Qebasînê semînareke siyasî û rêxistinî li dar xist.
Ev semînar ji aliyê endamê serkirdayetiya partiyê, mamoste Muslim Mihemed ve hat birêvebirin.
Di semînarê de, geşedan û guhertinên siyasî yên dawî li Sûriyê û herêmê hatin nirxandin; bi taybetî di vê qonaxa hesas a ku welat tê re derbas dibe, û ew astengî û erkên niştimanî yên ku derdikevin pêş, bi taybetî mijara avakirina Sûriyeya nû û çespandina bingehên aramî û şirîkatiya niştimanî.
Serkirde Muslim Mihemed tekez kir ku qonaxa niha hevgirtinê di navbera hemû hêz û pêkhateyên Sûriyê de dixwaze, û divê mirov ji polîtîkayên dûrxistin û piştguhkirinê dûr bikeve.
Ev yek dê bibe alîkar ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, piralî û aram, ku tê de gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên dîtir di saziyên dewletê de bibe şirîkekî rasteqîn û çalak. Ev yek wekî bingeha aramî, yekitiya niştimanî û avakirina dewleteke Sûrî ya nûjen hat dîtin.
Li dawiya semînarê, derî ji bo pirs û dîtinên amadebûyan hat vekirin, û tê de nîqaş hatin kirin û bersiva pirsên cihêreng hatin dayîn.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


