Li herêma Cizîrê, piştî ku aliyên peywendîdar dabeşkirina mazota piştgîrîkirî rawestand herikîna xizmetguzariyê asteng bû, û heqê veguhastina fûksan (mîkrobûsan) di navbera çendîn bajar û bajarokan de bi awayekî berçav û bêpêşandin bilind bû.
Ev biryar rasterast bû sedema zêdebûneke giran di lêçûnên çûnûhatina welatiyan de.
Di vê çarçoveyê de, şofêrekî
ji garaja navendî ya bajarekî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da malpera ENKSê û ragihand ku piştî qedandina pişkên mazota piştgîrîkirî ya ku ji bo şofêran hatibû veqetandin, nirxê rêwîtiyê di navbera Dêrik û Qamişlo de ji 15 hezar lîreyan derket 35 hezar lîreyên Sûriyê.
Li gorî heman çavkaniyê, heqê veguhastinê di navbera Dêrik û Girkê Legê de ji 7 hezarî gihîşt 15 hezarî, û di navbera Girkê Legê û Qamişlo de jî ji 10 hezarî ber bi 30 hezar lîreyên Sûriyê ve hilkişiya.
Li aliyê din, ev krîz li bajarê Amûdê jî bandoreke neyînî çêkir; li wir heqê veguhastina giştî ber bi Dirbêsiyê û Qamişlo ve ji 10 hezar lîreyan hate guhertin û gihîşt 25 hezar lîreyên Sûriyê, dema ku nirxê çûna ji Amûdê ber bi Hesekê ve ji 15 hezarî gav avêt 30 hezar lîreyên Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêla giranbûnê hevdem e ligel bilindbûna biha ya sotemeniya ku ji bo xebitandina wesayîtên servîsê tê bikaranîn.
Nirxê lîtreya mazota xizmetguzariyê ya ku berê bi nêzîkî 525 lîreyên Sûriyê ji bo sektorê veguhastinê dihat dabînkirin, piştî biryara dawî gihîştiye asta 12 hezar û 500 lîreyan li bazara azad.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


