Monday, August 31, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

MIHEMED ÎSMAÎL DI SEMÎNAREKE SÎYASÎ DE LI HESEKÊ NERÎNA ENKSÊ YA JI BO PAŞEROJA SÛRIYÊ PÊŞKÊŞ KIR

August 31, 2026
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

MIHEMED ÎSMAÎL DI SEMÎNAREKE SÎYASÎ DE LI HESEKÊ NERÎNA ENKSÊ YA JI BO PAŞEROJA SÛRIYÊ PÊŞKÊŞ KIR
‏
‏Rêxistina Hesekê ya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriya (PDK-S), di roja Yekşemê,30/8/2026 an de, semînareke siyasî li hola xwaringeha Semerqend a li bajarê Hesekê li dar xist.
‏ Semînar ji aliyê birêz Mihemed Îsmaîl, Sekreterê Partiyê û Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve hate pêşkêşkirin.
‏
‏ Di semînarê de kesayetiyên siyasî, civakî, nûnerên partî û rêxistinên sivîl, ligel desteya Encûmena Eşîrên Ereb û desteya Aştiya Civakî amade bûn.
‏
‏Semînar bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê û şehîdên Kurd û Kurdistanê, û di serî de serokê ruhanî yê gelê Kurd, Mela Mistefa Barzanî dest pê kir.
‏
‏ Paşê, birêz Beşîr Ebdulqadir gotineke xêrhatinê ji bo amadebûyî û beşdaran pêşkêş kir.
‏
‏Mihemed Îsmaîl di axaftina xwe de bal kişand ser peywendiyên ligel hikûmeta veguhêz a Sûriyê û tekez kir ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji gava yekem a şoreşa Sûriyê ve li rex opozîsyonê cih girtiye.
‏
‏ Wî diyar kir ku ev helwest ji baweriyeke zexm a ji bo rûxandina rejîma Esed a hilweşiyayî hatiye, û binpêkirinên sîstematîk, serkutkirin û zilmê ku gelê Kurd di dema çendîn salan de rûbirûyî wan bûye, bi bîr anî.
‏Her wiha, Îsmaîl destnîşan kir ku Encûmena Niştîmanî îro destê xwe ji bo diyalog û hevkariyê dirêjî hemû aliyên Sûrî dike, ji ber baweriya wê ya bi parastina mafên rewa yên Kurdan û pêkanîna şirikatiyeke siyasî ya rasteqîn û çalak di paşeroja welat de.
‏
‏Wî her weha zelal kir ku nûnertiya Kurdan di Encûmena Gel de, tevî ku hejmara wan li gorî rêjeya nifûsê kêm e, gaveke destpêkê û rast e, lê hîna negihştiye asta wê şirikatiya dadperwer a ku ENKS daxwaz dike
‏
‏Di heman çarçoveyê de, Îsmaîl tekez kir ku Encûmen dê xebata xwe ya aştiyane, siyasî û dîplomatîk ji Şamê berdewam bike, bi armanca çespandina mafên destûrî yên gelê Kurd.
‏
‏Wî diyar kir ku ew ê kar bikin ji bo rastkirina wê wêneya şaş a ku rejîma berê li ser Kurdan çandibû, ew nexşerê jî bi rêya naskirina civaka Sûriyê bi maf, dîrok û nasnameya wan a niştîmanî pêkan e.
‏
‏Derbarê dosyaya yekrêziya Kurdî de, Îsmaîl bal kişand ser hebûna aliyekî din ê Kurdî ku bi awayekî nerênî nêzîkî ENKSê bûye, û ev yek bûye sedema windakirina baweriyê ji ber binpêkirinên dubare yên li ser peymanên hatine îmzekirin.
‏
‏Tevî vê yekê jî, wî nû kir ku ENKSê tu carî nabe destpêkerê qutbûnê û dê li pêşberî her hewleke ku xizmeta doza Kurdî dike vekirî bimîne, her weha anî ziman ku aliyê din şansên zêrîn ji bo pêkanîna yekîtiyê ji dest dane.
‏
‏Îsmaîl helwesta Encûmenê ya li ser dosyaya “Yekbûnê” (Tevlîbûnê) nirxand û rûn kir ku Encûmen piştgira vê bijardeyê bû, ji ber ku bawer dikir ku “Rêveberiya Xweser” û “Hêzên Sûriya Demokratîk” (HSD) ne girêdayî doza neteweyî ya Kurdan in.
‏ Lê belê, wî destnîşan kir ku vê tevlîbûnê tu encamên bingehîn ên ku xizmeta mafên gelê Kurd bikin bi dest nexistine, ji bilî dabeşkirina hinek postan ku wekî mafên gel nayên hesibandin.
‏Wî hêvî xwest ku ev pêvajo di paşerojê de bibe sedema afirandina jîngeheke guncav ji bo peydakirina fersendên kar ên adil ji bo kesên xwedan şiyan, û parastina taybetmendiya Kurdî di çarçoveya yekbûna Sûriyê de.
‏Îsmaîl da zanîn ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) destkeftiyeke dîrokî ye ji bo gelê Kurd li Sûriyê, û tu carî serî li ber ajendayên derve netewandiye, bêtirî vê yekê bi destên paqij di hemû qadan de têkoşiyaye.
‏ Wî got ku Encûmenê xwe sipartibû peywendiyên xwe yên bihêz ligel pêkhateyên Sûriyê, hêzên herêmî, navdewletî û civaka xwe ya herêmî, tevî hemû zext û binpêkirinên ku rûbirûyî wan bûbû.
‏
‏Di axaftina xwe ya li ser Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriya (PDK-S) de, Îsmaîl tekez kir ku partî li ser bingeha projeyeke neteweyî ya Kurdî dimeşe û xwedan bingeheke cemawerî ya berfireh e. Wî anî ziman ku partî li ser rêbaza Barzaniyê Nemir dimeşe, yê ku mînaka herî rasteqîn a parastina mafên gelê Kurd li her derê nîşan dabû.
‏
‏Di dawiya semînarê de, dergehê nîqaş û pirsan hate vekirin, û Mihemed Îsmaîl bi berfirehî bersiva hemû pirs û dîtinan da, û nêrîn û rûnakiyên xwe li ser mijar û dosyayên cuda pêşkêş kirin.
‏
‏
‏Ragihandina ENKSê
‏Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

JI BO XURTKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û AVAKIRINA PIRA DIYALOGÊ; ŞANDEYA XWECIHlYA ŞAMÊ YA ENCÛMENA NIŞTIMANÎ ‏YA KURDÎ LI SÛRIYÊ SERDANA PÊŞANGEHA NAVDEWLETÎ YA ŞAMÊ KIR.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne