KOBANÊ: SERDANEKE FERMÎ JI BO GOTÛBÊJKIRINA QEYRANÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ LI BAJARÊ KOBANÊ
Endamê Encûmena Gel #Ferhad Şahîn serdana encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarê Kobanê li baregeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî kir.
Şahîn bi endamên encûmena xwecihî re civiya, tê de her du aliyan rewşa niha ya bajêr gotûbêj kirin, û tekezî li ser asta êş û azarên ku xelkê dijîn ji ber xirabiya rewşa aborî û xirabtirbûna qeyranên jiyanê, ji bilî gotûbêjkirina pirsa berdana ewlehiyê li navçeyê.
Di hevdîtinê de, Şahîn bal kişand ser girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo pêşxistina rastiya xizmetguzariyê û tekezî li ser pêwîstiya parastina aştiya sivîl û parastina hevgirtina civakê kir.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



