YJK_S, li bajarê Qamişlo civînek li darxist ..
Roja şemiyê 8 ê Tebaxa 2026 an, şaxê Qamişlo ya Yekîtiya Jinên Kurdistan_Sûriya, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo civînek li darxist.
Ev yek bi amadebûna berpirsa ofîsa rêxistinî Torîn Şemdîn û serkirde M, Samiya Hisên û Sediya, herwiha hemû endamên Yekitiyê.
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan.
Piştre Birêz Torîn Şemdîn bixêrhatine hemû amadebûyan kir .
Di derbarî vê civatê de hemû endaman bi giştî li ser warê rêxistinî û çawaniya pêşxistina karê Yekîtiya jinê di dema pêş de gengeşekirin.
Herwiha , ji aliyekî din ve destkeftî û serkaftinên di kar û xebata jinê yên herî giring di serdema borî de destnîşan kirin.
Û di dawiya civatê de berpirsiyar û pêşinyar ji aliyê amadebûyan ve hatin kirin , ku di dema pêş de armanc û planên pêşerojê yên ku di serdema pêş de werin şhopandin û li ser bisekinin destnîşan kirin.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


