Wednesday, August 5, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ŞANDEKE NÛNERATIYA “ENKS” YA HERÊMA KURDISTANÊ LIGEL GERÎNGEHA PENABERAN LI HEWLÊRÊ CIVIYAN.

August 5, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

ŞANDEKE NÛNERATIYA “ENKS” YA HERÊMA KURDISTANÊ LIGEL GERÎNGEHA PENABERAN LI HEWLÊRÊ CIVIYAN.

Di roja çarşemê 5.8.2026an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, li gel Gerîngeha akincîbûna penaberan civiya.

Şanda Komîteya Têkiliyan ji van birêzan pêk dihat:
(Şems Şerîf, serokê nûnertiyê, Cedan Elî, Raman Mele, Osman Menan).

Şande bi germî ji aliyê Rêvebirê Navenda akincîbûna Penaberan li Hewlêrê serheng Îkam Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan rewşa penaberan û kêşeyên giştî yên ku rûbirûyê wan dibin, gotûbêj kirin, bi balkişandina taybet li ser lêçûnên bilind ên testên pizîşkî, ku bargiraniyeke mezin a darayî di dema nûkirina niştecihbûnê de nîşan dide, û tekezî li ser pêwîstiya şopandina vê dosyayê li gel Wezareta Navxwe ji bo dîtina çareseriyên guncaw kir.

Herwiha şanda mêvan spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî dezgeha karûbarê penaberan li Hewlêrê kir ku hewla xizmetkirina penaberan û dabînkirina pêdiviyên pêwîst ji bo penaberan daye.

Ji aliyê xwe ve, birêz Îkam Mistefa bixêrhatina şanda nûneratiyê kir, û tekezî li ser giringiya hevahengiyê, pêşkêşkirina pêşniyaran û xebata bi xîret ji bo xizmetkirina penaberan û dabînkirina hêsankariyan ji bo kêmkirina êş û azarên wan kir, û da zanîn ku penaberên kurdên Sûriyê malbat û birayên hev in, li welatê xwe yê duyem, li ser xaka xwe û di nav malbatên xwe de, wek hemû penaberên ji herêmên cuda.
Ew ne mêvan in, bi giranî li ser şopandina pêşniyar û çavdêriyên ji aliyê şandê ve hatine pêşkêşkirin.

Di dawiyê de tekezî li ser giringiya hevahengiya berdewam û lidarxistina civînên demkî ji bo peydakirina baştirîn xizmetguzariyan ji penaberan re hate kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Xwecihiya Sinceqê civîna xwe ya asayî li darxist.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne