Wednesday, July 22, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

COTKARÊN HESEKÊ GAZINAN JI DAYÎNA DRAVÊ GENIM BI TEQSÎTAN DIKIN.

July 22, 2026
in Civak, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

​Pejirandina mekanîzmaya dayîna dravê genim bi teqsîtan bû sedema nerazîbûnê di nav cotkarên parêzgeha Hesekê de. Wan tekez kir ku derengketina standina nirxê tam a berhemên wan, zextên darayî zêde dike, ji ber ku lêçûnên hilberînê zêde ne û ew ji bo dayîna deynan û peydakirina pêdiviyên çandiniyê yên pêşerojê bi dahatên vê demsalê ve girêdayî ne.

​Mekanîzmaya ku hatiye pejirandin destnîşan dike ku xercên ku ji yek milyon lîreyên sûrî kêmtir in, di yek peredanê de têne dayîn. Lê yên ku fatûreyên wan ji yek mîlyon lîreyên sûrî zêdetir in, di dema radestkirina berhem de tenê yek mîlyon lîre distînin, û pereyê mayî li gorî nirxê fatûreyê di sê-çar beşan de mehane tê dayîn.

​Yek ji cotkaran got ku piraniya cotkarên Hesekê neçar man ku demsala çandiniyê bi deyn bidin da ku tov, semad, sotemenî û mûçeyên çinînê dabîn bikin, bi hêviya ku van xerciyan tavilê piştî firotina berhemên xwe vegerînin.

​Wî anî ziman ku sîstema dravdanê, dayîna deynan dereng dixe û cotkaran dixe bin bargiraniyên din, nemaze dema ku dema dravdanê nêzîk dibe û lêçûnên hilberînê zêde ne; ev yek dihêle ku hin ji wan dîsa deyndar bibin da ku erkên xwe pêk bînin.

​Endezyarê çandiniyê Silêman El-Ehmed diyar kir ku derengdayîna dravdanê rasterast bandorê li ser şiyana cotkaran a ji bo amadekirina demsala çandiniyê ya bê dike, û amaje bi wê yekê kir ku dravê ku piştî çinînê tê destxistin, bingeha sereke ya kirîna pêdiviyên çandiniyê ye.

​Wî her wiha got ku berdewamiya vê mekanîzmayê li gel guheztina nirxê pevguhertinê û lêçûnên bilind ên berhemanînê, dibe ku hejmarek ji cotkaran nehêle ku zeviyên genim biçînin an jî berê xwe bidin çandiniyên ku vegerek zûtir bi dest dixin, ya ku di demsalên pêş de dikare bandorê li ser hilberîna çandiniyê li parêzgehê bike.

​Ragihandina ENKSê

Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Qamişlo ..YJK_S, serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana_Sûriya, kir.

Nivîsa Paşîn

VEKIRINA FERMÎ YA STASYONA AVÊ YA ELÛK PIŞTÎ HEFT SALAN JI RAWESTANDINÊ Û VEGERA WÊ BO XETA XIZMETÊ YA HESEKÊ.

Nivîsa Paşîn
VEKIRINA FERMÎ YA STASYONA AVÊ YA ELÛK PIŞTÎ HEFT SALAN JI RAWESTANDINÊ Û VEGERA WÊ BO XETA XIZMETÊ YA HESEKÊ.

VEKIRINA FERMÎ YA STASYONA AVÊ YA ELÛK PIŞTÎ HEFT SALAN JI RAWESTANDINÊ Û VEGERA WÊ BO XETA XIZMETÊ YA HESEKÊ.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne