Tuesday, July 21, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

MALBATA “WANLΔ JI ALIYÊ XWECIHIYA ŞAMÊ VE HATIN PÊŞWAZÎ KIRIN

July 20, 2026
in Çalakî, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

‏Li ser vexwendineke fermî ku ji aliyê Encûmena Xwecihî ya Şamê ve, ku girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ye, şandibû, malbata kevnar a Kurd “Wanlî” ji aliyê Encûmenê ve li ofîsa xwe ya li taxa Kurdan li Şamê hate pêşwazîkirin, û li wir ji aliyê serokê Encûmena Xwecihî birêz Luqman Oso û hejmarek ji endamên Encûmena Xwecihî ve hatin pêşwazîkirin.
‏
‏Di destpêka hevdîtinê de, serokê encûmena xwecihî bixêrhatina mêhvanên rêzdar kir, û behseke berfireh ji pêvajoya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, û rola encûmena xwecihî li Şamê, ji destpêka şoreşa Sûriyê heta qonaxa piştî rûxana rêjîma berê pêşkêş kir.

Wî tekez kir ku encûmena xwecihî bi tundî kar dike ji bo bihêzkirina baweriyê di nav gelê kurd de û ji bo avakirina rewşek niştimanî ya berfireh ku ji dilsoziyên teng ên hizbî û siyasî derbas dibe û xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê kurd li Sûriyê dike.
‏
‏Paşê dîroka birûmet a malbata “Wanlî” û li ser qonaxên wê yên neteweyî û milî yên herî diyar rawestiya û kesayetiyên wê yên binavûdeng ên ku şopeke nemir li ser dîroka tevgera kurd hiştine anîn ziman, ku yên herî diyar ev in:
‏
‏
‏· Doktor Îsmet Şerîf Wanlî ku navê wî bi şoreşa birûmet a Îlonê ve girêdayî bû û yek ji kesayetiyên raman û neteweperweriya kurdî bû.
‏Rehmetî Ebdulrehîm Wanlî
‏Bavê,Newzad) , pêşeng têkoşîna kurdan li taxa kurdan û ala doza kurd a welatên cîran
‏ xwenîşandana dîrokî li Şamê di sala 1986an de bi rê ve bir, ji bo şermezarkirina rêgirtina li pîrozkirina Newrozê ji aliyê rêjîma berê ve, ku bû sedem – piştî şehîdbûna têkoşer Mihemed Silêman Adê – Newroz bibe cejneke fermî.
‏
‏Têkoşer nemir Mihemed Xêr Wanlî (bavê Cengîz) , ku roleke sereke di tekoşîna Tevgera Netewî ya Kurd de lîst û mala xwe kir baregeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya , û ew yek ji wan kesan bû ku li ser pirensîpên wan bi rijd bû û bi rêberiya rêbaza nemir Barzanî bû.
‏
‏Oso da zanîn ku ala têkoşîn û Barzaniyan piştî wan ji aliyê têkoşer Edhem Wanli ve bi vîneke xurtir û nû ve hatiye mîratkirin, lewra navê malbata “Wanli” heta îro bi têkoşîn û dilsoziya bi doza Kurd re maye.
‏
‏
‏Di dawiya hevdîtinê de, Serokê Encûmena Xwecihî ya Şamê diyariyek sembolîk pêşkêşî çalakvan Ebdulrehman Wanlî kir û bi wêneyê rêberê nemir Mistefa Barzanî, weke şanaziyeke kûr ji dîroka têkoşîna malbatê re û dilsoziya bi rêbaza Barzanî ya nemir re diyarî kir.
‏
‏
‏Ji aliyê xwe ve, amadebûyan ji malbata “Wanlî” spasî û pêzanîna xwe ji Encûmena Xwecihî ya Şamê re ji bo tekoşîn û rola wê ya rêxistinî li paytextê anîn ziman, û tekez kirin ku ew dixwazin rêze hevdîtinan bi endamên din ên malbata rêzdar re temam bikin, di çarçoveya bihêzkirina yekîtiya netewî ya Kurd û yekkirina rêzan.
‏
‏
‏Ragihandina ENKS ê
‏Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

SEROKATIYA “ENKS” PÊŞWAZIYA ŞANDEKE RÊXISTINA AZADIYA OLÎ YA AMERÎKÎ KIR.  

Nivîsa Paşîn

HESEKÊ : BÎRANÎNA SÊYEMÎN SALVEGERA KOÇA DAWÎ YA NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ HAT VEJANDIN.  

Nivîsa Paşîn
HESEKÊ : BÎRANÎNA SÊYEMÎN SALVEGERA KOÇA DAWÎ YA NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ HAT VEJANDIN.   

HESEKÊ : BÎRANÎNA SÊYEMÎN SALVEGERA KOÇA DAWÎ YA NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ HAT VEJANDIN.  

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne