Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêşwaziya şandeke Rêxistina Azadiya Olî ya Amerîkî kir û pêşhatên dawî yên siyasî û pirsa Kurd gotûbêj kirin.
Di roja Yekşemê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêşwaziya şandeke rêxistina azadiya olî bi serokatiya xanim Nadîn Mayinza kir.
Şande ji lêkolîner xanim Aymî Ostenhom û xanim Mîganî Birocket pêk dihat û bi amadebûna Serokê Encûmenê birêz Mihemed Îsmaîl û endamê Serokatiya Encumenê Silêman Oso .
Di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê û navçeyê hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser pêşhatên doza kurdî, rastiya gelê kurd û mafên wî yên netewî û siyasî di çarçoveya xebatên ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê, li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar, hatin gotûbêjkirin.
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî nêrîna encûmenê derbarê qonaxa niha de pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya gihiştina çareseriyeke siyasî ya dadmend û berdewam kir, ku mafên netewî yên rewa yên gelê kurd bi destûrî garantî bike, û dewleteke Sûrî ya demokratîk, piralî, nenavendî ava bike, li ser bingeha pirensîpa hemwelatîbûna wekhev, serweriya qanûnê, rêzgirtina ji mafên mirovan û şirîkên niştimanî yên Sûriyê.
Her wiha her du aliyan rewşa azadiyên giştî û azadiya baweriyê, pêwîstiya parastina cihêrengiya olî, neteweyî û çandî li Sûriyê û pêşxistina nirxên pêkvejiyana aştiyane û diyalogê, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo bihêzkirina aramiyê û avakirina paşerojeke ku rûmet û mafên hemû gelê Sûriyê misoger bike, gotûbêj kirin.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya danûstandin û diyalogê kirin, û danustandina nêrînan li ser mijarên berjewendiya hevbeş, bi awayekî ku xizmeta hewlên pêkanîna aştî û aramiyê bike, û piştevaniya rêya çareseriya siyasî ya ku daxwazên gelê Sûriyê bi pêkhateyên wê yên cuda pêk tîne.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


