Dewleta Îtalya di merasimeke taybet de li bajarê Hewlêrê, bilindtirîn rêzên fermî pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dike.
Di merasîma han de ku îro Çarşemê 8.7.2026ê birêve diçe, Balyozê Îtalya li Iraqê Nîkolo Fontana bi nûneratiya Sêrciyo Matarîla Serokê Komara Îtalyayê xelata (Xelata Stêra Îtalya) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xelat dike.
Ev xelat, xelata herî bilind a Îtaliye ku ji mirovên zindî re tê dayîn.
Dîroka vê xelatê vedigere sala 1947an, ku di wê demê de bi navê (Xelata Stêrka Hevgirtina Îtalyayê) dihat nasîn û bi piranî ji bo rêzgirtin ji wan kesan bû ku piştî şerê cîhanî yê duyem di avakirina welat de rol lîstine.
Lê di sala 2011an de qanûn ji aliyê Corciyo Napolitano yê yazdehemîn serokê Komara Îtalyayê ve hat guhertin û nav û armanca xelatê hat guhertin.
Bi vî rengî, armanca xelatê ji nûavakirinê guherî ber bi xurtkirina prestîja neteweyî ya Îtalya li derveyî welat, û pêşxistina têkiliyên dostane û hevkariya navneteweyî.
Ev rûmet niha bi biryarnameya serokomariyê tê dayîn.
Pêvajoya diyarkirina wergirên vê xelatê pir rast e. Pêşî wezîrê derve yê Îtaliya çend navan pêşniyar dike, piştre encûmeneke rêzgirtinê ya taybet ku ji pênc endaman pêk tê, kes an jî kesên hêjayî xelatkirina madalyayê diyar dike û dide zanîn ku yek ji van pênc endaman berpirsê protokola dîplomatîk di Serokatiya Komarê de ye.
Piştî wê jî navê berbijar an jî berbijaran pêşkêşî Serok Komarê tê kirin.
Ev xelat ne tenê di warê siyasî de sînordar e, lê di heman demê de rêz dide kesên ku di warên zanist, teknolojî, çalakiyên mirovahî, bazirganî, çand û hunerê de rolek berbiçav di xurtkirina têkiliyên bi Italya re lîstine.
Sîstema rêzgirtinê ji pênc rêzên sereke pêk tê ku li gorî girîngiyê têne dabeş kirin:
Şovalye(Siwar): Rêzeya yekem û bingehîn.
Efser: pileya duyem.
Fermandar: Pileya sêyem.
Efserê Bilind: Pileya çaremîn.
Şovalye ya Xaça mezin: Ev pileya herî bilind e di rêznameyê de û dê ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bê dayîn.
Heta niha hejmarek ji kesayetiyên navdar û xwedî bandor ên navneteweyî û Îtalyayî di warên curbicur de ev medalya wergirtine.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



