Pêşkêşkirina Derman û Pêdiviyên Bijîşkî ji bo Nexweşxaneya Giştî ya li Parêzgeha Hesekê.
Di 6ê Tîrmeha 2026an de, ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê li Qamîşlo 75 karton derman û pêdiviyên bijîşkî, digel 40 barkirin û pêdewîstiyên giştî , pêşkêşî Nexweşxaneya Giştî ya li Parêzgeha Hesekê kirin û radestî rêveberiya nexweşxaneyê kirin.
li gorî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxuyanîkirin ku Armanca vê hevkariyê piştgirîkirina sektora tenduristiyê, baştirkirina xizmetên bijîşkî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên nexweşxaneyê ye, da ku ew bikaribe xizmetên çêtir pêşkêşî nexweşan bike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê, bi armanca baştirkirina jiyana welatiyan û pêşxistina xizmetên bingehîn hem li hundir û hem jî li derveyî Herêma Kurdistanê, bi berdewamî piştgirî û alîkariya saziyên tenduristiyê û mirovî dike.

Ragihandina ENK_Sê
Qamişlo



