Îro 5ê Tîrmeha 2026an,Parastina Sivîl a Sûriyayê di raporteke xwe de ragihand ku roja Şemiyê, 4ê Tîrmeha 2026an, mirina du kesan û birîndarbûna 19 kesên din ji ber qezayên trafîkê û agir li seranserê Sûriyayê ragihand.
Parastina Sivîl a Sûriyayê roja Yekşemê, 5ê Tîrmeha 2026an, li ser kanala xwe ya Telegramê diyar kir ku di 21 qezayên trafîkê de ku li parêzgehên cûda yên Sûriyê çêbûne, du kes mirine û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha Parastina Sivîl a Sûriyayê daxuyanîkirin ku tîmên wê bersiva 162 agiran dane, ku 13 ji wan di zevî û berhemên çandiniyê de bûn, û yên mayî jî li deverên cûda (mal, dikan, giya, dar, û têlên elektrîkê) bûn.
Çavkaniyê tekez kir ku di encama agir de sê sivîl birîndar bûn, ku alîkariya pizîşkî wergirtin û ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin Zirarên din jî ên madî bûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



