Sunday, June 28, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

13 SAL LI SER KOMKUJIYA AMÛDÊ RE DERBAS DIBE..

June 28, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

13 SAL LI SER KOMKUJIYA AMÛDÊ RE DERBAS DIBE..

Di roja Şemiyê 27.6.2026an de,
Xwecehiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, 13yemîn salvegera Komkujiya Amûdê li goristana Şermola ya bajarê Amûdê vejandin.

Herwiha di vê bûneyê de, bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr ,nûnerên civaka sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn,

Di destpêkê de,bi navê xwecihiya Amûdê bixêr hatina hemû beşdaran hat kirin.
Herwiha kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û yê Barzaniyê nemir û bi taybet li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê bi Sirûda Ey Reqîb hate rawestandin.
Her wiha wêneyên şehîdan û Aleya kurdistanê û siloganên şermezarkirina komkujiyê û daxwazên dadê û sizadana tewanbaran hatin bilindkirin .

Mamoste Ebdulrezaq Hac Qasim gotina xwecihiya Amûdê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ve pêşkêş kir, tê de qurbanîdana şehîdên komkujiyê bi bîr anî, û tekez kir ku xwîna wan dê bibe sembola têkoşîn û azadiyê, û ku dilsoziya wan a rasteqîne di pabendbûna bi doza niştimanî,
Parastina mafên gelê Kurd û parastina yekitiyê li hember gelek dijwariyan.

Herweha Ebdulbaqî Seyda gotina malbatên pakrewanan xwend û got:
“Ev bîranîn ne tenê ji bo vegerandina êşê ye, ev jî peyameke zelal e ku xwîna rijandinê nayê jibîrkirin, û em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û hesabpirsînê bidomînin.
“Dadwerî ji bo qurbaniyên komkujiya Amûdê”

Dr. Munîb Elehmed, serokê karûbarên şehîdan, axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de, qurbanîyên mezin ên ku xelkê Amûdê di qonaxên cuda yên dîrokî de pêşkêş kirin, pesend kir ku bajar bû û hê jî mînaka berxwedan û pêşkêşkirinê ye, û qurbanîyên zarokên wê dê ji bo nifşên pêşerojê bibin mînaka, bang li parastina mîrata şehîdan kir û ji bo avakirina pêşerojê a ewlehî, rûmet û edaletê xebitîn.

Di dawiya çalakiyê de hate destnîşankirin ku bîranîna şehîdên Komkujiya Amûdê wê bibe stasyoneke neteweyî ya bîranîna cangoriyan, nûkirina soza şopandina rêya wan û berdewamkirina daxwaza heqîqet û edaletê. Ev yek misoger dike ku sûcdar ji berpirsiyariyê nerevin, û rûmeta qurbaniyan û mafên malbatên wan diparêze.

Di dawiyê de jî gurzên Gulan li ser gorên pakrewanan hatin danîn û wênê Fatîhê hat xwendin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA KOBANÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne