Friday, June 26, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER”ENKS” VE PÊŞWAZIYA ŞANDEKE RÊXISTINA AWAT BO PÊŞKETINÊ KIR.

June 26, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER”ENKS” VE PÊŞWAZIYA ŞANDEKE RÊXISTINA AWAT BO PÊŞKETINÊ KIR.
​

Di çarçoveya bihêzkirina kenalên ragihandinê û avakirina pirên hevkariyê di navbera aktorên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de, xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêşwaziya şandeke Rêxistina Pêşxistina Awat li baregeha ofîsê li Şamê kir.
Şanda mêhvan ji rêzdar Kelal Elî Rêveberê Rêxistina Awat û Rêzdar Zeyn Hesen Şêx Zeyn serpereştyarê Însiyatîfa Komelê di rêkxistinê de bû,şande ji aliyê Birêz Luqman Oso,serokê xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hejmarek ji endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevdîtin bal kişand ser rola sereke û jiyanî ya ku rêxistinên sivîl yên ne hikomî di piştgiriya civakên xwecihî de dilîzin, nemaze ji ber rewşên awarte yên ku civaka Sûriyê têre derbas dibe.

Herdu aliyan kêşeyên heyî yên ku rûbirûyê Sûriyan dibin di vê qonaxa hestiyar de, bi taybetî piştî qonaxa “rizgarkirinê” û mafên mirovî û civakî yên encamdan, ku pêwîstiya wan bi hewlên hevbeş heye ji bo sivikkirina barê welatiyan, gotûbêj kirin.
​
Di hevdîtinê de birêz Lukman Oso, bal kişand ser girîngiya hevrêziya hevbeş û tekez kir ku rola geşepêdan û alîkariyê ya rêxistinan ji bo aramiya civakê stûnek bingehîn e.
Tekez li ser vebûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji hemû destpêşxeriyên ku di berjewendiya pêşxistina karê sivîl û xizmetkirina welatiyên Sûriyê de ne kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Kelal Elî nêrîna rêxistina “Awat” û bernameyên wê yên geşepêdanê nirxand, û amaje bi wê yekê kir ku karê mirovî û geşepêdanê pêwîstî bi têgihiştineke kûr ji pêwîstiyên qonaxê heye, û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina diyalogê bi hemû pêkhateyên niştimanî re ji bo gihîştina mekanîzmayên xebatê yên ku piştgiriya berdewam ji civakên xwecihî re li navçeyên curbicur misoger dike, kir.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî li ser giringiya berdewambûna van hevdîtinên şêwirdariyê hemfikir bûn, ji ber rola wan di pevguhertina nêrînan û pêşxistina pilanên ku ji bo dabînkirina pêdiviyên lezgîn ên civakê, û aktîvkirina rola ciwanan û şarezayan di pirosesa geşepêdan û çaksaziyê de di vê qonaxa dîrokî ya diyarker de tekez kirin.

Ev serdan di çarçoveya rêzehevdîtinên demkî de tê ku ji aliyê xwecihiya Şamê ve ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî tên organîzekirin, bi armanca xurtkirina pêwendiya civakê û yekkirina hewlan ji bo avakirina hevkariyên rasteqîn ên ku piştgiriya aramî û pêşketinê li Sûriyê dikin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞAM: SEMÎNAREKE BELGEYÎ LI SER KEMBERA EREBÎ Û BANDORÊN WÊ LI SER RASTIYA KURDÎ LI SÛRIYÊ DIKE HAT LIDARXISTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne