Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 31.5.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Di warê siyasî de, amadebûyan pêşhatên bilez li ser meydana Sûriyê bi giştî û kurdî bi taybetî gotûbêj kirin, û tekez li ser giringiya yekrêziya kurdî, redkirina biçûkxistinê û bihêzkirina diyaloga kurdî-kurdî kirin, bi awayekî ku xizmeta doza kurdî bike û paşerojeke aram ji herêmê re misoger bike.
Her wiha xwecihî bi dirêjî li ser hilbijartinên Encûmena Gel ya Sûriyê yên ku li parêzgeha Hesekê hatin lidarxistin rawestiyan, û serkeftina endamên Encumena Niştimanî ya Kurdî li navçeyên hilbijartinan bilind nirxand, wek gaveke girîng ya ku hebûn û rola Encûmenê di jiyana siyasî de zêde dike.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



