Li ser vexwendina fermî ya Partiya Azadî ya Kurdistanî (PAK), şandeke nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê beşdarî şahiya ku bi boneya salvegera damezrandina partiyê hatibû lidarxistin, bû.
Di şandeyê de Serokê Nûnertiyê birêz Ebdulkerîm Hacî û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan birêz Kamîran Xelef li gel Baran Derbas û Cenkîdar Mihemed Endamên Nivîsgeha Pêwendiyan
pêk dihat.
Di wê helkeftê de, şanda mêvan pîrozbahî û bereketên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gihandin serkirdayetî û endamên Partiya Azadî ya Kurdistanî û hêviya serkeftinên zêdetir û serkeftinê di karê siyasî û rêxistinî de xwest.
Şanda mêwan herwiha tekezî li ser bihêzkirina hevkarî, hemahengî û karê hevbeş di navbera hêz û aliyên curbicur ên Kurdistanî de kir, bi awayekî ku di xizmeta doza Kurdî de be û bibe alîkar bo bidestxistina daxwazên gelê Kurd ji bo azadî û rûmet û mafên rewa.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



