ŞANDEKE PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR)SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA( ENKS) KIR
Şandeke partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) serdana nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kir
Di roja Sêşemê 12.5.2026an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Maf û Azadan kir.
Şande ji
-Cafer Stêrk, cîgirê serokê partiyê û berpirsê peywendiyên derve
– Mihemed Şêrîn Teymûr Nûnerê Partiyê li Herêma Kurdistanê
– Cîhan Baykara endama desteya Serokatiyê
– Salih Bal endamê partiyê,
pêk hatibû.
Şande li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya giştî hate nirxandin û tekezî li ser pirsa Kurd li ser asta navdewletî û herêmî hate kirin. Her wiha geşedanên dawî û senaryoyên potansiyel ên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Di dawiyê de, her du aliyan, tekezî li ser giringiya berdewamiya van hevdîtinan di pêşerojê de ji bo piştgiriya doza Kurd hate kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



