HISIÇA: 52 YEMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA TÊKOŞERA AZADIYÊ LEYLA QASIM VEJANDIN.
Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriye, Şaxa Hesekê, bi amadebûna hejmarek ji kesên eleqedar û çalakvanan, bi boneya 52’yemîn salvegera şehadeta têkoşera azadiya Kurd Leyla Qasim civîneke diyalogê lidar xist.
Di rûniştinê de, fîlmeke belgeyî ku lehengiya Leyla Qasim, wê jina ku bû sembola sekn û rûmet û dengekî azad ku doza gelê xwe bi bawerî û hêz hilgirtibû. Tevî ku di temenê xwe yê biçûk de koça dawî kir jî, ji ber bandora kûr a li ser dilê mirovan û dîroka têkoşîna jinên Kurd hiştiye, navê wê hê jî di bîra nifşan de bimîne.
Her wiha di çalakiyê de çend helbestên ku têkoşer û helwestên wê yên neteweyî bi bîr tînin hatin pêşkêş kirin.
Wek tê zanîn 12.5.2026,an 52 ymîn salvegera şehîdbûna têkoşera azadiyê Leyla Qasim bûka Kurdistanê ye ku di sala 1974an de ji aliyê rêjîma Behis a Iraqê ve hat îdamkirin.
Hezar dilovanî li giyanê pakrewana azadiya Kurd Leyla Qasim û hevalên wê û pakrewanên Kurd û Kurdistan be.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



