Xwecihiya Dêrikê civîna xwe ya asayî li darxist.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, di roja şemiyê 2.5.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di derbarê rewşa siyasî de, amadebûyan behsa pêşhatên dawî û rewşên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û li ser qada Kurdî bi taybetî kirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



