XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Şemiyê 2/5/2026 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.
Di civînê de, amadebûyan behsa aliyên rêkxistinî kirin, ji ber ku çawaniya pêşxistina kar û mekanîzmayên wê bi awayekî ku di qonaxa bê de bibe alîkar ji bo zêdekirin û baştirkirina karûbarê rêxistinî hate gotûbêjkirin.
Herwiha amadebûyan behsa pêşhatên siyasî kirin û tekezî li ser hestiyariya qonaxa niha û pêwîstiya bi kar anîna giyana berpirsyarî û durustî di standina biryarên giring de bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike, kirin.
Her wiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Ebdurezaq Hac Qasim wek serokê encûmena xwecihî li Amûdê û Bengîn Mihemed û Dijwar Tewfîq wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



