CEJNA KARKERÊN CÎHANÊ
Roja Karkeran (an jî Roja Karkerên cîhanî ) her sal 1ê Gulanê li piraniya welatên cîhanê tê pîrozkirin. Ew betlaneyek fermî ye ku armanca wê rêzgirtina karkeran, piştgirîkirina mafên wan, û pîrozkirina destkeftiyên wan ên dîrokî di baştirkirina şert û mercên kar de (wek danîna demjimêrên kar 8 demjimêran) ye. Rehên vê pîrozbahiyê bi protestoyên karkeran ên li Dewletên Yekbûyî û Asturalya di sedsala nozdehan de dest pê kir.
Ev fikir vedigere 21ê Avrêla, 1856 an li Asturalya, lê damezrandina rastîn a Roja Navneteweyî bi xwenîşandanên 1886-an ve li Şîkaxo, Dewletên Yekbûyî ve girêdayî ye, ku bi sed hezaran karker daxwaz kirin ku demjimêrên xebatê bi heşt demjimêran rojê were sînordar kirin.
Bûyera “Haymarket”: Ev xwepêşandanên li Şîkaxoyê bûn şahidê grev û pevçûnên berbelav ku di navbera karker û polîsan de mirin, 1ê Gulanê kirin sembola têkoşîna karkeran.
Naskirina Fermî: 1ê Gulanê di sala 1889an de di Kongreya Sendîkayên Karkerên navdewletî de li Parîsê, 1ê Gulanê wekî Roja Karkerên Cîhanê hat pejirandin.
Armanca ji vê rojê:
Pejirandina rola karkeran di avakirina civatan û geşepêdana aborî de.
Daxwaza mafên kedê çêtir bikin (meaş çêtir, jîngeha xebatê ya ewle).
Pêşxistina edaleta civakî.
Cûdahiya demê: Dema ku piraniya welatan di 1ê Gulanê de pîroz dikin, welatên din ên wekî Dewletên Yekbûyî û Kanada roja Duşema yekem a Îlonê Roja Karker pîroz dikin.
Ev roj firsendek e ji bo nirxandina destkeftiyên kedê û nîqaşkirina kêşeyên hemdem ên ku çîna karker rû bi rû ne.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



