Wednesday, April 29, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Encûmena Xwecehî ya Til Temir (Xwecehîya Barzanîyê Nemir) civîna xwe ya asayî ya meha Nîsanê 2026’an li dar xist..

April 29, 2026
in Çalakî, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Encûmena Xwecehî ya Barzanîyê Nemir li Til Temir civîna xwe ya mehane bi amadebûna piraniya endaman û nebûna hindekî din di roja Çarşemê, 29/4/2026’an de, li navenda xwecehiyê li Til Temir li dar xist.

Di destpêkê de, ji aliyê serokê xwecehiyê ve pêşwazî bi hemû amadebûyan hat kirin.

Piştî wê, ji bo rêzgirtina li giyanên şehîdên Kurd û Kurdistanê, di pêşî  Barzanîyê Nemir, xulek bêdengî hate rawestandin.

Pişt re, dest bi ajanda civînê hat kirin.

RÊXISTINÎ

Di warê rêxistinî de, rapora ku ji ofîsa kar û barên encûmenên xwecehî hatibû şandin hate xwendin û bi berfirehî bi endaman re hate nîqaş kirin.

Her wiha, civîn kar û çalakiyên xwe di dema borî de nirxand, hem ji aliyê erênî û hem jî ji aliyê nerênî, da ku kêmasî di demên bê de neyên dûbarekirin.

Her wiha, li ser hilbijartina endamên serbixwe ji bo ku bibin endamên Kongreya Pêncemîn ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê, ku tê çaverêkirin di demeke nêz de were li dar xistin, hate rawestandin.

Hat diyarkirin ku endamên serbixwe jî rola girîng û erênî di pêşvebirina kar û çalakiyên encûmenê de hene, û ew ji partiyan kêm nînin.

SÎYASÎ

Di warê siyasî de, civîn piraniya pêşhat û guherînên dawî yên li qada Sûryê bi giştî û yên kurdî bi taybetî hate nîqaş kirin.

Bi taybetî, mijara tevlêbûna Rêveberiya Xweser di hikûmeta Sûryê ya demkî de hate şirovekirin, û civîn vê gavê wekî gavek erênî nirxand.

Her wiha, civîn çalakî û tevgerên Encûmena Niştimanî di vê demê de nirxand û wan wekî erênî û çalak hate dîtin.

Di heman demê de, behsa serdana şanda Encûmenê bo bajarê Serêkanîyê hate kirin û hevdîtinên wan bi rêveberiya herêmê re hate nirxandin.

Ev serdan wekî gavek girîng hate dîtin ji bo çarekirina pirsgirêkan û vegerandina koçberên Kurd û xelkên herêmê bi awayekî ewleh bo ser mal û welatê xwe.

Di dawiyê de, civîn kêfxweşiya xwe derbarê vekirina ofîsek Encûmena Niştimanî li Serêkanîyê anî ziman, ku dê bibe gavek girîng ji bo xizmeta gelê herêmê.

Ragihandina ENKSê

Til Temir

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ROJNAMEGERIYA KURDÎ MÛMEYA XWE YA 128 YEMÎN DIVEMRÎNE .

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne