Li Çil Axa êrîşên ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Encûmena Xwecihiya Çilaxa ya bi ser ENK_Sê, ve Roja duşemê 6 ê, Nîsana 2026an, bi mebesta piştgiriya Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên mûşekî û dronî, seknandinek girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Çilaxa îro 6 ê bi sedan welatî, çalakvan û encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.
Beşdaran êrîşên vê dawiyê yên bi mûşek û dronan ku aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi tundî şermezar kirin.
Herwiha Di seknandinê de alayên Kurdistanê û dirûşmên ji bo yekîtiya netewî û piştgiriya herêma Kurdistanê hatin bilindkirin.
He wiha li bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi heman armancê seknandin hat lidarxistin û têde anîn ziman ku tu kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û her wê bimîne kurdistana azad û wê gelê kurd bigihêje mafê xwe yê rewe.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo



