Dêrik… Gelê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo Başûrê Kurdistanê daketin kolanan …
Îro roja sêşemê 31 ê, Adara 2026an, Li bajar Dêrikêyê Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta piştgiriya Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên mûşekî û dronî, seknandinek girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Dêrikê îro 31î Adarê bi sedan welatî, çalakvan û encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.
Beşdaran êrîşên vê dawiyê yên bi mûşek û dronan ku aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi tundî şermezar kirin.
Herwiha Di seknandinê de alayên Kurdistanê û dirûşmên ji bo yekîtiya neteweyî û piştgiriya herêma Kurdistanê hatin bilindkirin.
He wiha li bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin û têde anîn ziman ku tu kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û her wê bimîne kurdistana azad û wê gelê kurd bigihêje mafê xwe yê rewe.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo



