TIRAMP: EM Ê ÎRANÊ VEGERÎNIN SERDEMA KEVIR
Serokê Amerîkayê ragihand ku “Serokê rejîma nû ya Îranê” ku wî bi “ji pêşiyên xwe kêmtir tundrew û zîrektir” bi nav kir, bi daxwaza agirbestê serî li Amerîkayê da.
Serokê Amerîka Donald Tiramp di postekê de li ser platforma xwe ya “Truth Soşyal” got ku Waşinton dê daxwazê binirxîne dema ku Tengava Hurmuzê ji bo geryanên deryayî vekirî û azad be, û tekez kir ku heta wê demê, Amerîka dê berdewam be li ser bombebarankirina Îranê heta jinavbirina Îranê yan jî wek wî got, heta Serdema Kevir.
Tiramp beriya niha ragihandibû ku bi rayedarên Îranê re ku nasnameya wan eşkere nekir, hevdîtin pêk anîne û bi avaker bi nav kiribû û diyar kiribû ku di van danûstandinan de pêşketin çêbûne. Wî her wiha behsa hebûna rejîmeke nû li Tehranê kir ku ji rejîma berê aqilanetir e û amadeyiya xwe ji bo encamdana rêkeftinekê li gel aliyê Îranê nîşan da.
Lê belê aliyê Îranî bi tundî hebûna danûstandinan bi Amerîkayê re red kir, ji ber ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştrast kir ku Tehranê ti danûstandinên rasterast û nerasterast ligel Waşintonê nekiriye û tekez kir, ku ezmûna welatê wî di warê dîplomasiya Amerîka de, ji ber xiyaneta berê li baweriyê, karesat bû.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



