CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN.
Di roja Şemiyê 21ê avdarê sala 2026an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê xwecihiya Barzaniyê nemir ya bi ser ENKSê ve,li gundê Kevira yê nêzîkî bajarokê Til Bêder hat vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Til Temir û gundewarê wê.
Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.
Serokê Xwecihiya Barzaniyê nemir ya Til Temir,behsa vê cejna pîroz a gelê me yê Kurd kir û anî ziman ku her sal gelê me vê cejnê pîroz dike .
Piştre dîlan û dîlanên Kurdî bi awaz û stranên hunermend Merwan Ehmed û koma wî dest pê kir.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


