Saturday, March 21, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

March 21, 2026
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

Di roja Şemiyê 21ê avdarê sala 2026an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê her du xwecihiyên Hesekê yên bi ser ENKSê ve,li gundê Til Fendî hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Hesekê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha peyama Newrozê ya ENKSê ji aliyê mamoste Ebdurihman Ebtan ve, hat xwendin.

Di ahingê de bernameyeke curbicur a hunerî û kulturî pêk hat û tê de Koma Folklora Kurdî ya Mîtan komek dîlan û tabloyên kevneşopî ku dewlemendiya mîrata çandî ya Kurdî nîşan didin pêşkêş kirin.

Her wiha helkeft ji aliyê çend hunermendan ve ji wan hunermend Mehsûm Şikakî, hunermend Azad Şikakî û hunermend Ferhan Bavê Medya, ji bilî beşdariya her du keçên bi navên Liyan Miho û Delmaf Dawid, stranan pêşkêş kirin ku atmosferek ji coş û kelecanekê li vê helkeftê zêde kir.

Ev çalakî di çarçoveya vejandina kevneşopiyên Newrozê û bihêzkirina peywendiyên civakî û çandî di nav xelkê deverê de tê, di dîmenekê de ku pabendbûna xelkê bi mîrata xwe û ahengên gelêrî nîşan dide.

Di dawiyê de,cemawerê beşdar cejn bi dîlana Kurmancî ya resen bi kêf û xweşî bidawîkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA ŞAMÊ VE HAT VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne